Li Silêmanîyê zilamekî ji ber teqîna mîneke çandî lingê xwe ji dest da

27 April 2023 18:22 0 dîtin
Li Silêmanîyê zilamekî ji ber teqîna mîneke çandî lingê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Nîsanê li gundê Gelale yê bajarokê Mawet ê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, mîneke çandî bi zilamekî de teqiya.

Li gorî zanyariyan di encama teqîna mînê de, welatiyê bi navê Seîd Mehmud Şerîfê 65 salî lingekî xwe ji dest da.

Hat zanîn ku di dema kêlana zeviya xwe de mîn bi zilamê bi temen de teqîyaye û bi giranî birîndar bûye ku lingekî xwe ji dest daye.

Beriya niha jî ji ber mînên çandî yên paşmayên rejîma Beas, 5 kesan li wî gundî can daye. Xelkê gundê Gelale daxwaz dike ku saziya mînan gundê wan ji mînên çandî paqij bike.