Ji ber teqîna bombeyeke çandî 2 birayan can dan
PeyamaKurd – Li Xurmatûyê îro ji ber teqîna bombeyeke çandî, 2 birayan can dan.
Rêveberê Giştî yê Polîsê Xurmatûyê Emîd Husên Elî diyar kir, li gundekî nahiya Amirlîyê ya ser bi Xurmatuyê, bombeyeke çandî teqiyaye û ji ber wê teqînê jî 2 birayan can dane.
Herwiha Emîd Hûsên Elî destnîşan kiriye, navên wan birayên koça dawî kirine jî Mihemed Taha û Mehmûd Taha ye û hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi operasyonê li herêmê kirine.
Cihê behsê ye, roj bi roj çekdarên DAIŞê li Kerkûk û Herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rojane xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û milîsên Heşda Şabî dike armanc û ew hêza artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê nîne rê li ber DAIŞê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin