Sûriye | Bombeyeke çandî bi dewriyeya Rûsî de hat teqandin

03 October 2022 18:50 0 dîtin
Sûriye | Bombeyeke çandî bi dewriyeya Rûsî de hat teqandin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema derbasbûna dewriyeyeke hevbeş a hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê, mayîneke çandî hatiye teqandin.

SOHRê daye zanîn ku di dema derbasbûna dewriyeya Rûs-Şamê de, di navbera bajarokên Elma û Sora yên li rojhilatê Derayê de, bombeyeke çandî hatiye teqandin û zirarên madî çêbûne.

Li gorî SOHRê berpirsên ku bombe bi dewriyeya Rûs de teqandine diyar nebûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdarên nenas ên li ser motorsîklêtekê jî bi çekên sivik endamekî hêzên rejîma Sûriyê li nêzî Mizgefta Rewda ya li bajarê Ibtie ya Derayê kuştine.

SOHRê daye xuyakirin ku ji destpêka îsal ve li Derayê 412 êrîşên bi rêbazên cuda pêk hatine û 347 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” in.