Li Singalê PKKê xaleke kontrolê ya Iraqê sewitand
PeyamaKurd – Li Şingalê xaleke kontrolê ya Iraqê, ji aliyê çekdarên PKKê ve hat şewitandin.
Li gor çavkaniyeke ewlehiyê ya fermandehiya polîsê Nînowayê daye zanîn, do bi şev çekdarên PKKê xaleke kontrolê ya Iraqê li navçeya Şingalê şewitandin.
Rêvebirê Polîsê Nînowayê Salih Hedîdî di derbarê bûyerê de eşkere kiriye, çend çekdarên Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku ser bi PKKê ve ne, xaleke kontrolê ya Iraqê şewitandine.
Herwiha Salih Hedîdî destnîşan kiriye, artêşa Iraqê rê neda çekdarên PKKê û YPŞê hewl dan peykerekî serkirdeyekî PKKê yê di van demên dawiyê de di encama bordûmana Tirkiyê de hatiye kuştin li herêmê were çêkirin û ji ber wê jî çekdarên YPŞê êrîşî xala kontrolê ya artêşa Iraqê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin