Artêsa Iraqê li Singalê girt ser xaleke Yekîneyên Berxwedana Singalê

23 April 2022 11:04 0 dîtin
Artêsa Iraqê li Singalê girt ser xaleke Yekîneyên Berxwedana Singalê

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li Şingalê girt ser xaleke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê û di encamê de du çekdar hatin desteserkirin.

Hat ragihandin, çend çavkaniyên medyaya Iraqê, "li Şingalê hêzên artêşa Iraqê girtine ser baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê".

Herwiha hat eşkerekirin: “Du çekdarên PKKê hatin desteserkirin û hejmarek çekdarên din karîne ber bi cihekî nediyar birevin”.

Medyaya Iraqê da zanîn: “Operasyona artêşa Iraqê li Şingalê berdewam e ji bo bidawîanîna hebûna PKKê li wandeveran".

Hêjayî gotinê ye, çend roj in alozî di navbera artêşa Iraq û hêzên ser bi PKKê de derketine holê, çend alî û serkirdeyên Iraqê jî tekez dikin ku ji bo pêkanîna asayîş û aramiyê li navçeyê, divê hêzên ser bi PKKê werin derxistin.