'Artêsa Iraqê li Singalê rêya ‘qaçaxçîtiyê’ li ber PKKê girt'

24 November 2020 20:15 0 dîtin
'Artêsa Iraqê li Singalê rêya ‘qaçaxçîtiyê’ li ber PKKê girt'

PeyamaKurd - Çavkaniyekê ji nav Şingalê ragihandiye piştî bicihbûna 2 lîwayên Artêşa Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê û artêşa Iraqê nahêle PKK li Şingalê qaçaxçiyê bike û rê li ber wan hatiye girtin.

Li gorî ragihandina KDP.info çavkaniyê gotiye: “Piştî rêkeftina Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser normalkirina rewşa Şingalê, êdî PKK û Heşda Şeibî li wir pir dilgiran in. Her tiştî dikin lê hewlên wan biser nakevin.”

Heman çavkaniyê diyar kiriye: “Xelkê Şingalê ji wan bêzar bûne û dixwazin hêzên yasayî û fermî parastina Şingalê bikin. PKK jî ji vê yekê dilgiran e, ji ber ku riya qaçaxçiyê li ser wan hatiye girtin.”

Berdevkê serkirdatiya operasyonên hevbeş ên Iraqê LîwaTehsîn Xefayiş ji medyayên Iraqê re dabû xuyakirin ku herdu lîwayên Iraqê yên çûne Şingalê di çarçoveya rêkeftina Şingalê de çûne ku di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin.