Li Siûdî 2 balafirên bêmirov ên Hûsiyan hatin xistin

01 June 2020 20:45 0 dîtin
Li Siûdî 2 balafirên bêmirov ên Hûsiyan hatin xistin

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Erebî ya ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ragihand ku 2 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan ku ber bi bajarê Xemîs Mişêt ve hatibûn şandin, hatine xistin.

Berdevkê hêzên Hevpeymana Erebî Tirkî El-Malîkî ragihand, hêzên wan 2 balafirên bêpîlot ku Hûsiyan ber bi taxên sivîlan yên li bajarê Xemîs Mişêt ve şandibûn, xistin xwarê.

El-Malikî diyar kir, 27ê Nîsanê jî hêzên wan balafirên bêmirov ên Hûsiyên girêdayî Îranê ku ber bi bajarê Necranê ve şandibûn, xistine xwar.