Li Soran 4 kes bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hisber hatin girtin
PeyamaKurd – Li devera Soran ya Hewlêrê, asayişê 4 kes bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişber hatin girtin.
Bi daxuyaniyekê rêveberiya nehîştina madeyên hişber ya asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir, roja 12ê vê mehê, li devera Cundiyan ya bajarê Soran, 3 kes bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişber hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, dema ew kesên han hatin girtin, kîloyek û 20 giram madeya “şîşe” bi wan re hat zeftkirin.
Rêveberiya nehîştina madeyên hişber eşkere kiriye, roja 20ê vê mehê jî, kesekî Îranî bi navê F.F.F dema dixwest hinek hebên hişber ji deriyê sînorî yê Hacî Omeran re derbasî nav Herêma Kurdistanê bike, hat girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin