Li Samê navenda madeyên hisber û zindanên vesartî hatin dîtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Leşkerî ku li paytexta Sûriye Şamê ye, deshilata opozîsyonê ya Sûriyê navendeke mezin a bazirganiya madeyên hişber û zindanên nehênî hatine dîtin.
Li gorî çavkaniyên medyayî, li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Leşkerî ya Şamê, piştî ketina rejîma Esed, navendên hilberîn û bazirganiya madeyên hişber hatine dîtin ku di destê rejîmê de bûn.
Hate zanîn ku li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Serbazî, navendeke mezin a bazirganiya madeyên hişber hebû, ku di navbera Sûriye û welatên din de hatiye bikaranîn.
Gelek madeyê hişber û hebên Keptagonê di wê navendê de, ji aliyê çekdarên Tehrîr Şamê ve hatine dîtin û desteserkirin û hatine pûçkirin. Lê gelek ji wan madeyan hîn jî mane.
Li gorî zanyariyan, li balafirxaneyê hejmareke nihêniyên din jî hatine dîtin, ku ew jî hejmareke zindanên nihênî tê de hebûn, û berdewam nihêniyên din jî tê de diyar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin