Li Stenbolê di protestoya qeyûman de 10 kes hatin binçavkirin

29 September 2019 21:07 0 dîtin
Li Stenbolê di protestoya qeyûman de 10 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî danîna qeyûman li şûna şaredariyên bajêrên mezin ên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê çalakiyên protestokirina hikûmeta Tirkiyê berdewam dike.

Îro Yekşemê jî li Stenbolê bi navê Nobeta Demokrasiyê li ber avahiya HDPê ya navçeya Esenlerê bi beşdariya rêveberên xwecihî, parlamentar, saziyên pîşeyî, endam û alîgirên HDPê çalakiyek hat lidarxistin.

Polîsan beriya ku çalakî dest pê bike destwerdana girseyê kir û hejmarek beşdarên wê çalakiyê birîndar bûn 10 kes jî hatin binçavkirin ku ew birin Miduriyeta Asayîşa Esenlerê.

Piştre jî girseya ku kom bûbû bi qêrîna dirûşmên ‘Heq û edalet dê bi HDPê bê’, ‘HDP gel e û gel li vir e’ û ‘ Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ meşiyan.

Rêxistdina HDPê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku polîsan êrîşî çalakiya wan kiriye û kesên bertek nîşanî vê êrîşan dan jî rastî êrîşê hatine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em dê li hemberî xespkirina şaredariyan bêdeng nemînin û ti rêbazên zordariyê me ji rêya me venegerînin. Dê çalakiyên me bidomin.”