Li Stenbolê endam û rêveberê HDPê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Polîsan serê sibê bi ser gelek malên li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê de girtin û gelek kesan desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan vê serê sibê li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê bi ser gelek maland de girtin. Polîsan deriyê malan şikand û ketin hundiran û kelûpelên welatiyan serûbin kirin.
Di serdegirtinan de ji navçeya Bahçelîevlerê Dayika Aştiyê û siyasetmedar Canşah Cemîle Ç., rêveberê rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê Serkan Y., xebatkarê rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Mustafa T., ji navçeya Kuçukçekmeceyê Îhsan S. û ji navçeya Esenyûrtê jî Adem O. jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Cemîle Ç û Serkan Y birin Fermendariya Cendirmeyan a Bajêr ku li Maslakê ye.
Nehat zanîn ku ka kesên din ên desteserkirî li ku tên ragirtin û sedema desteserkirinan nehat zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin