Li Stenbolê 34 endam û rêvebirên HDPê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê 34 endam û rêvebirên HDPê, ji ber ku dixwestin îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî endamên HPGê protesto bikin, hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, gelek rêvebir û endamên HDPê yên li Stenbolê li devera Şîrînevlerê ya navçeya Bahçelîevlerê civiya bûn û xwestin êrîşên li ser endamên HPGê ku tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi çekên kîmyewî pêk hatine, şermezar bikin.
Hat zanîn ku hejmareke zêde ya polîsan derdora HDPyiyan girt û rê neda ku çalakî were kirin, 34 endam û rêvebirên HDPyî hatin desteser kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin