Stenbol | 87 endam û alîgirên HDPê hatin desteserkirin

20 December 2022 11:05 0 dîtin
Stenbol | 87 endam û alîgirên HDPê hatin desteserkirin

PeyamaKurd Parêzgeha Stenbolê bi daxuyaniyekê desteserkirina 87 endam û alîgirên HDPê ragihand.

Parêzgeha Stenbolê di daxuyaniya xwe de diyar kir, di xwepêşandanên HDPê yên li bajarokê Kadikoyê ya Stenbolê de 87 kes hatine desteserkirin û di derbarê wan de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.

Herwiha ji aliyekî din ve li bajarê Kocaeliyê jî di xwepêşandana HDPê de şeş kes hatine desteserkirin ku di nava wan de her du Hevserokên Şaxa Kocaeliyê ya HDPyê jî hene. 

Hêjayî bibîrxisitinê ye, berî niha du rojan li Stenbolê di xwepêşandaneka HDPê de, polîsekî sîle li Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhad Encû dabû û ev bûyer li gelek bajar û bajarokên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi meş û çalakiyan tê şermezarkirin.

Hevserokê HDP Mîthat Sancar û gelek parlamenter do ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîs nehişt ku ew têkevin avahiya partiyê xwe. Sancar da zanîn: Bi rêbazeke siyasî û demokratik wê bersiva wê sîleyê bidin.