HSD: 52 endam û alîgirên ISÎDê hatin desteserkirin

30 December 2022 17:00 0 dîtin
HSD: 52 endam û alîgirên ISÎDê hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku di operasyona Birûska Cizîrê de ku li dijî şaneyên rêxistina terorî ya IŞÎDê hatibû pergalkirin, endam û alîgirên IŞÎDê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev operasyon, li hin navçeyên Rêveberiya Xweser hatiye destpêkirin û hêzên wan 52 kes ji çekdarên IŞÎDê û kesên ku di kiryarên terorî de alîkariya wan kirine, desteser kirine.

HSDê di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Di roja duyem de hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtina şaneyên rêxistina IŞÎDê ya terorîst, li herêmên Hol û Til Hemîsê dewam dikin. Di roja duyemîn de hêzên hevbeş 52 çeteyên IŞÎDê û kesên êrîşên terorane pêk tînin ku li gundewaran xwe vedişartin, girtine.

Hêzên hevbeş ji 9 aliyan ve dest pê kir û rûbera lêgerîn û serdegirtinê piştî hewila hin endamên şaneyên terorîst a zextkirina li ser welatiyan da ku wan birevînin, berfireh kir. Lê operasyona serdegirtinê ku hêzan pêk hanîye, hemû hewilên wan têk birin û neçarî radestbûnê kirin.”

Ew kesên hatine desteserkirin, beşdarî gelek kiryarên terorane bûne, pere û çek ji şaneyên rêxistinên terorîst re peyda kirine. Gelek ji wan jî xwe amade dikirin ku di sersalê de kiryarên terorane pêk bînin.”

Her wiha bi rêya daxuyaniyê hat tekezkirin ku operasyona HSDê ya li dijî şaneyên IŞÎDê, dê hîn berdewam bike û hat diyarkirin ku ji ber qerebalixa şêniyên li herêmê û bikaranîna rewşên mirovî ya ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst ve hêzên wan dema lêgerîn û girtina wan şaneyan zêde kirine.