Li Sûdan a Basûr di navbera du grûbên etnîkî de pevçûn derket: 56 kustî

28 December 2022 01:43 0 dîtin
Li Sûdan a Basûr di navbera du grûbên etnîkî de pevçûn derket: 56 kustî

PeyamaKurd – Li Afrîkayê li welatê Sûdana Başûr di navbera du grûbên etnîkî de şer derket. Her dû grûbên etnîkî li eyaleta rojhilatê welat ya bi navê Jınglei dijîn, di navbera grûbên bi navên Nuer û Murle de şer derket û di encamê de 56 kes mirin. Rêvebirê hukumeta herêma Greater Pibor ê Abraham Kelang ragihand ku 24 ê kanûnê de kesên mensûbên civaka Nuerê li navçên Gumuruk û Likuangole êrîşê endamên civaka Murle kirine û bûyer destpêkirine.

Kelang got ku hukumet alîkariya grûban dike lê şer hê jî dewam dike. Kelang ragihand ku 51 kes ji Nueran û 5 kes jî ji Murleyan jiyana xwe ji dest dane. Ji berê de di navbera her dû grûban de pevçûn hene û misyona NY ya li Sûdanê pir caran ber li pevçûnan digre û hêzên ewlehiyê zêde dike.