Li Sûdanê Balyozê Yekîtiya Ewropayê li mala xwe rastî êrîsê hat
PeyamaKurd – Josep Borrellê Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, li Sûdanê Balyozê Yekîtiya Ewropayê li mala xwe rastî êrîşê hatiye.
Josep Borrell di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Berî çend saetan Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Sûdanê li mala xwe rastî êrîşê hat."
Borrell diyar kir, ev yek binpêkirineke giran a Peymana Viyanayê ye û wiha got: "Ewlehiya tesîs û personelên dîplomatîk berpirsyariya bingehîn a rayedarên Sûdanê ye û li gorî hiqûqa navneteweyî erkek e."
Her çiqas Borrell navê burokratê ku êrîş lê hat kirin negot jî, ew balyozê YEyê yê li Sûdanê dîplomatê Îrlandî Aidan O'Hara ye.
Josep Borrell li ser çawaniya êrîşê hûrgilî neda, lê berdevkê Yekîtiya Ewropî got, balyoz baş e.
15ê Nîsanê danê sibê li bajarê Xartûmê yê paytexta Sûdanê û li gelek bajaran di navbera artêşa Sûdanê û HDKa paramîlîter de pevçûnên çekdarî derketin.
Nakokiyên di navbera artêş û HDKê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ya ku "tevlîbûna HDKê ya artêşê" dimeşîne, di van çend mehên dawî de veguherî pevçûnek germ.
Wezareta Karên Derve ya Sûdanê ragihand, Serokê Meclisa Serweriyê û Fermandarê Artêşê General Abdulfettah el Burhan biryar daye hilweşandina HDKa ku bi artêşê re di nava nakokiyê de ye hatiye dayîn û li dijî dewletê hêzeke îsyan hatiye îlankirin û wê li ser vê bingehê tevbigerin.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê Volker Perthes ragihand, di şerê li Sûdanê de 185 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 1800 sivîl û leşker jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin