Li Sûdanê pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir: Bi milyonan kes koçber bûne!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ji ber ji nû ve gurbûna şerê navbera Hezên Piştevaniya Bilez û artêşê, pêleke nû ya koçberbûnê li welatê Sûdanê dest pê kiriye ku bi milyonan welatî tevî nebûna hewcedariyên pêwîst ên jiyanê bi rêyan ketine.
Hate diyarkirin ku herî dawî ji ber şer, xelkê bajarê Babanûsa yê Rojavayê Kordofanê ji neçarî cih û warên xwe berdidin û koçber dibin, ji ber ku şer û pevçûn her dijwartir dibin.
Li gorî zanyariyan, ji destpêka pevçûnan ve bazar hatine girtin û nexweşxane û navendên tenduristiyê rawestiyane.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, pêdiviyên mirovî li seranserê Sûdanê gihîştine asta rekorê û hatiye ragihandin, hejmara kesên ku hewcedarê alîkariyên mirovî ne di sala 2024an de wê bigihîje 24,8 mîlyon kesan ku li gorî par 9 mîlyon zêde dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin