Li Sûriyê 14 kes ji nexwesiya kolerayê mirin

18 September 2022 11:38 0 dîtin
Li Sûriyê 14 kes ji nexwesiya kolerayê mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha li parêzgehên cuda yên Sûriyê 14 kesan ji ber nexweşiya Kolerayê can daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê eşkere kir, 201 pêketiyên Kolerayê li nexweşxaneyên Heleb, Heseke, Dêrazor, Laziqiye, Şam û Humsê hatine tomarkirin û ragihand, heta niha 14 kesan bi Kolerayê can daye ku 11 kes ji wan li bajarê Helebê, 2 li Dêrazorê û 1 kes li Hesekê ne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî daye xuyakirin, tenê li parêzgeha Dêrazorê zêdetirî 200 kes bi Kolerayê ketine û 4 kesan jî can daye û gelek kêmanî di dermanan û pêwîstiyên bijîşkî de heye.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) çend roj berê hişyarîya belavbûna nexweşiya Kolerayê li seranserê Sûriyê dabû ku ji ber şertên xirab ên jiyanê û qirêjiyê ew nexweşî zûtir belav dibe.