NY: Nexwesiya Kolerayê li Sûriyê di asteke gelekî metirsîdar de ye
PeyamaKurd – Cîgira Şandeya Taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê da zanîn, koma xebata mirovî ya navdewletî ji bo piştgiriya Sûriyê hişyarî da ku rewşa Kolerayê li Sûriyê dibe "kerasat".
Li gor Cîgira Şandeya Taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Nejat Ruşdî li ser twitterê eşkere kiriye, wê serokatiya civîneke endamên koma xebatê kiriye ji bo karûbarên mirovî li Cenevê, li ser rewşa Kolera li Sûriyê.
Nejat Ruşdî destnîşan kir, rewşa nexweşiya Kolerayê li Sûriyê di asteke gelekî metirsîdar de ye û pêwîst e di demeke kurt de alîkariyên bi lez bigihêjin Sûriyê.
Herwiha endamên komê, nîgeraniya xwe ya li ser berdewamiya rawestandina kişandina avê ji Wêstgeha Elokê anîn ziman.
Ruşdî di berdewamiyê de destnîşan kir, di komxebatê de teqezî li ser berdewamiya karkirina wê wêstgehê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin