Li Sûriyê vîrusa korona belav dibe: 3 haletên din hatin ragihandin

25 March 2020 20:30 0 dîtin
Li Sûriyê vîrusa korona belav dibe: 3 haletên din hatin ragihandin

PeyamaKurd – Piştî ku çend roj berê cara ewil rejîma Sûriyê li xwe mikur hat û haleteke tûşbuna Covid-19 ragihand, îro jî Wezareta Tenduristiya Sûriyê derbarê tûşbûyên nû de daxuyanî da.

Wezareta Tenduristiya Sûriyê ragihand, 3 kesên din li Şamê bi vîrusa korona ketine ku ew kes ji hefteya borî di qerentînê de bûn.

Wezaretê da zanîn ku piştî pişkinînan derketiye holê ku ew kes hilgirê Covid-19 ne û bi vî awayî hejmara tûşbûyan li Sûriyê gihiştiye 4 kesan.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî beriya niha ragihandibû ku li seranserê Sûriyê hejmareke zêde ya nexweşên vîrusa korona hene ku rejîma Sûriyê ew yek red kiribû.