Li Tirkiyê bihayê benzîn û dîzelê carek din hat zêdekirin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê bihayê benzîn û dîzelê carek din hat zêdekirin. Bihayê lîtreyek benzîn, zêdeyî 19 lîre ye û lîtreyek dîzel jî 21 lîre derbas kiriye.
Hat ragihandin, ji îro serê sibeha 8ê Adara 2022ê ve, bihayê her lîtreyek benzîn 57 quruş û her lîtreyek dîzel jî yek lîre û 44 quruş hat zêdekirin.
Herwiha li Enqereyê lîtreyek benzîn ji 18.77 lîreyan bû 19.34 lîre. Li Stenbolê bihayê lîtreyek benzîn ji 18.67 lîreyan bû 19.24 lîre û li Izmîrê jî bihayê lîtreyek benzîn ji 18.79 lîreyan bû 19.36 lîre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin