Li Tirkiyê careke din bihayê sotemeniyê hat zêdekirin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê, îro careke din bihayê sotemeniyê hat zêdekirin. Lîtreya benzînê 63 quriş, lîtreya motorînê jî 94 quriş hat zêdekirin.
Enflasyon her diçe xeter dibe li Tirkiyê. Piştî daketina bihayê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li hember pereyên biyanî, di meheke dawî de çend caran bihayê sotemeniyê hat zêdekirin.
Sendîkaya Karsazên Enerjî Petrol û Gazê (EPGIS) diyar kir, bihayê benzînê 63 quriş, lîtreya motorînê jî 94 quriş hatiye zêdekirin.
Ji 8ê Çileya 2022an û pê ve, wê li benzînxaneyan, benzîn û motorîn bi bihayên nû bên firotin.
Li gor bihayên nû, wê bihayê benzînê li Stenbolê 13.57 lîre, li Enqerê 13.64 lîre û li Izmirê jî 13.65 lîreyê Tirkî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin