Tirkiye | Bihayê lîtreya motorînê careke din hat zêdekirin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê qeyrana aborî, ji ber daketina bihayê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî, her diçe kûrtir dibe. Bihayê lîtreya motorînê, dîsa 52 quruş hat zêdekirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihakirina sotemeniyê ji destpêka sala 2022ê berdewam e. Îro 18ê Çileya 2022ê, Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) da zanîn, bihayê lîtreya motorînê 52 quruş hatiye zêdekirin.
Di derbarê mijarê de EPGISê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û eşkere kir: “Ji 19ê Çileya 2022ê û pê ve, bihayê lîtreya mazotê 52 quruş hat zêdekirin.”
Ev di demekê de ye di 1ê Çileya 2022ê de jî bihayê her lîtreyeke motorînê lîreyek û 29 quruş, bihayê benzînê 68 quruş û bihayê LPGê jî 78 quruş hatibû zêdekirin.
Daketina lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên biyanî li Tirkiyê rasterast bandorê li bihayê kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê dike û her ku diçe bihayê wan tên zêde kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin