Tirkiye | Bihayê înternetê ji sedî 70 hat bilindkirin

24 July 2023 12:57 0 dîtin
Tirkiye | Bihayê înternetê ji sedî 70 hat bilindkirin

PeyamaKurd – Kompanyaya TURK TELEKOMê lîsta xwe ya bihayê înternetê ji sedî 70 bilind kir.

Kompanyaya TURK TELEKOMê ku li 81 bajarên Tirkiyê tekane kompanyaya xizmeta înternetê dide, lîsta xwe ya bihayê xizmetên înternetê nû kir û li gor biryara nû bihayê înternetê ji sedî 70 hate bilindkirin.

Welatiyên Tirkiyeyê piştî hilbijartinan bi awayekî diyar rûbirûyê bihabûnê dibin û ji bihabûna sotemeniyê heta zêdekirina bacan di gelek waran de bihabûn berdewam e.

Hefteya borî jî lîtreka gazoîlê nêzikê heşt lîre hatibû bihakirin.