Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 173 kes mirin: 'Navenda Omicronê Stenbol e!'

09 January 2022 22:44 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 173 kes mirin: 'Navenda Omicronê Stenbol e!'

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê Covid-19 eşkere kir.

Li gorî tabloya îro Yekşemê ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hatiye belavkirin; di encama 384 hezar 49 testên hatine kirin de, 61 hezar û 727 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Herwiha di nav 24 saetên dawî de 173 nexweşên koronayê jî can dane.

Koca herwiha da zanîn ku navenda cûreya Omicronê Stenbol e û di nav 3 hefteyên dawî de jî rêjeya razandina pêketiyên koronayê bo nexweşxaneyan ji sedî 6,2 zêde bûye.

Wezîrê Tirk diyar kir ku di entubasyon û beşên hûrî de zêdebûneke berçav nîne û hişyarî da ku kesên wefat dikin piranî yên temenê wan ser 60 salî ne û xwedî nexweşiyên kronîk in.