Li Urdunê êrîs: 3 leskerên DYA hatin kustin 25 birîndar bûn

28 January 2024 23:03 0 dîtin
Li Urdunê êrîs: 3 leskerên DYA hatin kustin 25 birîndar bûn

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Joe Biden da zanîn ku baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li bakur-rojhelatê Urdinê ku nêzîkî sînorê Sûriyeyê ye tûşî êrîşeke frokeyên bêmirov hatiye. Biden got: "Di encama êrîşê de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dane."

Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) jî da zanîn ku di êrîşê de 25 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Li gor nûçeya Reutersê, Serokê DYAyê Joe Biden ragihand ku êrîş ji aliyê komên tûndrew ên girêdayî rejîma Îranê ne û li Sûriye û Iraqê tevdigerin pêk hatiye.

Serokê DYAyê Joe Biden vê êrîşê wek "Êrîşeke hovane" bi nav kir û got: "Leşkerên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane welatparêz in. Em ê bi hev re berpirsyariya xwe ya pîroz a li hember malbatên wan pêk bînin. Em ê hewl bidin ku şayanî şeref û rûmeta wan bin. Em ê biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî terorê bidomînin. Bila qet guman çênebe ku em ê tola vê êrîşê, di dem û şêweyeke ku em ê diyar bikin de, bistînin."

Di nûçeyên çapemeniya DYAyê de hate ragihandin ku ku navê vê baregeha DYAyê ya ku rastî êrîşê hatiye "Tower 22" ye.

Piştî 7ê cotmehê ku şerê Îsraîl û Hemasê dest pê kir, yekem care ku li Rojhelata Navîn leşkerên Amerîkî têne kuştin.