Li Ûrmiyê 23 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 23 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û nêzîkî 600 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Li gor Tenduristiya Parêzgeha Ûrmiyê diyar kir, do li parêzgehê 23 kes ji ber Koronayê can dan û hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 865 kesan.
Herwiha Tenduristiya Ûrmiyê destnîşan kir, do 588 kes jî bi Koronayê ketin û hejmara pêketiyan gihîşt 87 hezar û 629 kesan. Rewşa 73 nexweşan jî gelekî xerab e.
Li gorî amarên dawî, temenê %75 kesên ku li Ûrmiyê bi Koronayê ketine, di navbera 15-54 salî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin