Li Ûrmiyê 34 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan
PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di rojekê de 34 kesan ji ber Koronayê can dan.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Îranê, do li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 34 kesan ji ber Koronayê can dan.
Li gorî amarên dawî, 18 kes li Ûrmiyê ne, 4 li Bokanê, 3 li Selmasê, 2 li Serdeştê, 1 kes li Şino, 1 kes li Mîyandav, 1 kes li Nexede û kesek jî li Makû.
Bi tevahî li parêzgeha Ûrmiyê, rewşa 70 nexweşên Koronayê jî gelekî xerab e.
Do li seranserî Îranê, 322 kesan ji ber Koronayê can dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin