Li Wanê 5 hemwelatiyên Tirkiyê xistin karantînayê
PeyamaKurd- Îro rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Wanê ragihandibû ku li Wanê hîç kesek bi nexweşîna coronavîrusê neketiye. Lê bi sedema ku Wan bi Îranê re cîrane û çûnûhatin zêde ye, 3 hemwelatiyên Tirkiyê ku ji Îranê, di ser sînorê Sarayê de de dihatin, agirê bedena wan zêde bû û wan xistin bin tedawiyê.
Ji bajarê Hekkariya jî dê û zaroka wê ku agirê wan zêde bilind bû, birine nexweşxaneya Wanê ya Perwerdê û Lêkolînê. Niha 5 kes di bin tedawiya doktoran de ne.
Niha tehlîlên wan nexweşan tên kirin heya ku teşxîsa wan bê danîn. Parêzgeh dibêje ku hêj zûye bo encamê mirov karibe tiştekî bêje. Hem bo mijarê xebatkarên nexweşxanê hatin îkqazkirin da gotinên ne rewa di nava milletê de belav nebe û panîk çêne be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin