Li Wanê di operasyonê de gelek muhîmmat ketin destê lesker

10 June 2023 19:51 0 dîtin
Li Wanê di operasyonê de gelek muhîmmat ketin destê lesker

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku li ser giliyên kesan, fermandariya qolordûya Wanê û fermandariya alaya cendirmeyan, çûne ciyê ku ji bo wan gilî hatiye kirin û di kontrola wan ciyan de 3 wargeh hatine tesbît kirine. Operasyon li navça Şaxê (Çatak) di derveyê bajêr de hatiye kirin. Di operasyonê de cerdevan jî destekê dane cendirmeyan.

Di encama operasyonê de, li gor ragihandina wezaretê; 3 wangeh hatine tesbîtkirin, di lêgerîna wan de 11 muhîmmatên roketavêjan, di ebadên cuda de 634 muhîmmat, 2 bombeyên destî, 4 jarjor, 6 heb teqmeniyên destî, 28 heb funye, 200 gr TNT, hebekî cihaz, 11 heb aku, 103 heb tup, dûrbînekî, 4 heb jenerator, 900 metre kablo û gelek alavên din ketine dest.