Li Wanê hemû çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê bo heyam 15 rojan xwepêşandan, meş, mitîng, û çalakiyên rûniştinê hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê, ji îro Pencşemê 26ê Îlonê ve bo dema 15 rojan li sînorê bajarêWanê û hemû bajarok û navçeyên wê, xwepêşandan, grev, meş, kombûn û hemû çalikiyên wiha hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku bi armanca parastina ewlekariya millî, parastina ewlekarî û pergala giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn ên kesên din û herwiha parastina asayîşa giştî heta 15 rojan li navenda bajêr civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin.
Qedexeya çalakiyan li Wanê îro 26ê Îlonê destpê dike û heta 10 Cotmehê berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin