Li Wanê qezayeke karesat: 6 ji wan bi sewatê 12 koçberan can da

11 July 2021 10:01 0 dîtin
Li Wanê qezayeke karesat: 6 ji wan bi sewatê 12 koçberan can da

PeyamaKurd – Li navçeya Mûradiye ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, minîbusa koçberan wergeriya û agir pê ket.

Hat ragihandin ku di qezaya wekî karesatê de, 6 kes ji wan bi şewitînê bi tevahî 12 kesan can da û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan qeza li taxa Yumakli çêbûye û ajovanê minîbûsa ku koçber tê de bûn, kontrola direksiyon ji dest daye û minîbûsa ji kendalekî ve wergeriyaye.

Tîmên hawarçûnê 20 koçber bi birîndarî rizgar kirine û hat diyarkirin ku 6 kes şewitîne û can dane, 6 kesên din jî bi wergerîna minîbûsê re jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.