Li Yemenê di êrîsan de 9 lesker hatin kustin
PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarên Ebyen û Şebwe di êrîşên çekdarî de 9 leşker hatin kuştin. Artêşa Yemenê tûxaya parastina serokkomariyê bi nivîskî ragihand ku li bajarê Ebyenê li rojhilatê Zencebarê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar de êrîş hat kirin. 5 leşker di alava leşkerî de hebûn û ji 5 leşkeran 3 ji wan kuştine û 2 leşkeran revandine. Paşî her dû leşkeran jî kuştine.
Li bajarê Şebweyê jî çekdar êrîşê noqta leşkerî kirine di êrîşê de 4 leşker kuştine û 5 leşkeran birîndar kirine. Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe. Her dû bajarên navborî di kontrola hukumetê de ne.
Berê êrîşên weka wan çêbûbûn û El-Qaîde êrîşan girtibû ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin