Li Zaxoyê di navbera PKKê û artêsa Tirki de ser derket
PeyamaKurd- Li navçeya Zaxo ya bi ser Dihokê de, li gundê Grebiyê di navbera PKKê û hêzên artêşa Tirki de şer derket. Li gor ragihandina rêvebirê nahiya Batûfa Dilşêr Ebdulsetar ku bo Rûdawê ragihandiye, bûyer weha qewimiye:
“Grûbeka PKKê bi 2 roketan li devera ku leşkerên Tirki lêne, dan. Piştî roketan leşkerên Tirki jî bersivê dan wan. Di pey êrîşê de balafirên Tirkan bo destekê hatin û li hewayê, ew deverên ku PKK lêne, keşfê kirin. Di êrîşê de kuştin an birîndarî çênebûye.
Li gor ragihandina Dilşêr Ebdulsitar, ji bineciyên deverê kes ciyê xwe terk nekiriye, dever arame û xelk jiyana xwe ya rojane dewam dike. Xelk ji şerê navbera her dû aliyan acize.
Baregeha Tirka ya li gundê Grebiyê, dikeve rojavayê Zaxo navbera Bêgova û Batîfa.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin