Li Zaxoyê di navbera PKKê û Tirkiyê de ser derket

26 June 2020 12:38 0 dîtin
Li Zaxoyê di navbera PKKê û Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd - Li gundekî Zaxoyê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê de şer derket û şer niha jî berdewam dike.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, îro li gundê Şeranşê yê ser bi nahiyeya Derkar a Zaxoyê ve di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Hat ragihandin ku, dengê gelek çekan tê bihîstin û şer bi giranî li  nêzîkî gundê Şeranşê û Çiyayê Xantûrê berdewam dike.

Hêzên bejayî yên Tirkiyê bi piştgiriya topxane û firokeyên cengî êrîşî ser binkeyên gerîlayên PKKê kirine.

Firokeyên keşfê û cengî yên Tirkiyê li asmanê navçeyê difirin.

Herwiha balafireke cengî ya Tirkiyê bilindahiya derdora gundê Şeranşê bombebaran kir.

Ji ber şer û bombebaranê, xelkê sivîl ên gundê Şeranşê û gundên ser bi nahiyeya Derkarê tirsiyane û ji zêdebûna asta metirsiyan li ser jiyana xwe dilgiran in.

Di derbarê zirarên herdu aliyan, hê ti zanyarî nehatiye bidestxistin.