Li Colemêrgê di navbera PKKê û Tirkiyê de ser derket
PeyamaKurd – Di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de, li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê de şer derket û li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di şer de 2 gerîlayên PKKê can dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, şeva borî di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derket.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin, ku şer şeva borî li Geliyê Tiyarê li navçeya Çelê çêbûye û di encamê de 2 gerîlayên PKKê can dane û dest danîne ser du çekên ji cureyên Kalaşnîkof û M16.
PKKê hîn di derbarê vî şerî de tu daxuyanî nedaye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir, ku Operasyona Birûsk-2 Cîlo li sînorê parêzgeha Colemêrgê li dijî PKKê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin