Li Zîkarê du malbatên Ereb li hev xistin û di encamê de 7 kes kustin û 6 kesan birîndar kirin

16 January 2024 01:41 0 dîtin
Li Zîkarê du malbatên Ereb li hev xistin û di encamê de 7 kes kustin û 6 kesan birîndar kirin

PeyamaKurd – Li başûrê Iraqê li bajarê Zîkarê li navça Çibayîşê di navbera du malbatên ji eşîra Şêxanbe şer derket û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn. Di hefteyên borî de li navça Elbuculane bi sedema kuştina malbata mamosteyekî, ji bo tola xwe hilde çû navça Çibayîşê û êrîşê ser malbata ku ji kuştina malbatê berpirs digre, kir.

Tolhildêr ji malbatê 3 kesan kuşti û wexta xwest bireve mala xwe, mirovên malbata dinê wî xistin kemînê û vê carê 4 kesan kuşt.

Li gor çavkaniyên cîhî her dû malbat mirovên hevin û bi eslê xwe ji xelkê Basrayê ne.