Lijneya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê hisyarî da

11 May 2023 12:03 0 dîtin
Lijneya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê hisyarî da

PeyamaKurd – Lijneya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê hişyarî da ku di havînê de dibe qeyraneke mezin a avê li welêt rû bide.

Endamê Komîsyona Çandinî û Avê yê Parlamentoya Iraqê Refîk Salihî jî got, "Asta rezerva avê ya bendava Mûsilê ji me re dibêje qeyrana avê li benda me ye."

Salihî ku civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku eger bi Tirkiyeyê re li ser zêdekirina herikîna avê lihevkirinek çêbibe dê bandora qeyrana avê ya muhtemel a havînê kêm bibe.

Salihî wiha berdewam kir:

“Ji bo lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyê de ti gav nehatine avêtin, lê her du alî nêzîkî rêkeftinê ne. Ji ber vê eger krîz neyê çareserkirin, ne tenê ji bo ava vexwarinê ji bo çandiniyê jî dê havînek dijwar rû bi rû bimîne.”