Lijneyên partiyên Kurdistanê li Silêmaniyê ji bo hilbijartinê dicivin

10 March 2023 18:56 0 dîtin
Lijneyên partiyên Kurdistanê li Silêmaniyê ji bo hilbijartinê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgerî sibe 11ê Adarê li Silêmaniyê dicivin.

Serokê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziyad Cebar îro 10ê Adarê ragihand ku biryare sibe civîna saziyên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Kurdistanê birêve biçe.

Ziyad Cebar got ku lijneyên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgerî li Silêmaniyê tê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku wê di civînê de, nûjenkirina yasaya hilbijartinê û çalakirina Komîsyona Hilbijartinê, roja lidarxistina hilbijartinê û kursiyên pêkhateyên Kurdistanê were gotûbêjkirin.