Los Angeles Times | Amerîka 400 leskerên Marenz disîne Sûriyê

24 November 2018 12:39 0 dîtin
Los Angeles Times | Amerîka 400 leskerên Marenz disîne Sûriyê

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Los Angeles Timesê ragihand ku Amerîka hêzeke ji 400 leşkerên taybet ên Marenz pêk tê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dişîne Sûriyê.

Li gor nûçeyê, ew hêz ji leşkerên bejahî yên Amerîkayê (Marenz) pêk tê û yekem car e ew hêza Amerîkayê beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyê dibe.

Rojnameya Los Angeles Times diyar kir, ew 400 leşkerên Marenz dê alîkariya HSDê bikin û li dijî terorîstên DAIŞê top û moşekan bi kar bînin.

Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Eric Pahon ti daxuyaniyek derbarê hejmara wê hêzê û cihê ku lê bi cih bibin neda û got, Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê zanyariyên wiha piştrast nake.