Macron bangî hêzên siyasî kir da bi hev re bikevin nav diyalogê
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî hilbijartina pêşwext bang li hêzên siyasî kir û got:
“Temamê hêzên siyasî yên bi komariyê bawerin, ji piraniyê biafirînin, ez bangî wan dikim da diyaloga durist û samîmî dikim.”
Macron banga xwe bi nivîskî kir û got tevlîbûna xelkê ya her dû hilbijartinan gelek zêde ye û weha dewam kir:
“Di hilbijartinên 30ê Hezîranê û 7ê Tîrmehê de tevlîbûna bi zêdebarî ya xelkê nîşana geşayiya komariyê ye. Lê ti hêzekî siyasî têra bibe desthilat, piraniya dengan bi dest nexistiye.
We, rê li ber desthilata rastgirên tund girt. Encama hilbijartinê pêdiviya îfadeya demokratîk nîşan dide. Ti partîkî têra bibe desthilat, dengan neanî. Ji ber wê hevkariyeka berfireh pêwiste.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin