Sik: Em ji aliyê siyasî û exlaqî ve ne rast û exlaqî dibînin ku li herêmên Kurdan bikevin hilbijartinê
PeyamaKurd - Ahmet Şik, têkildarî nîqaşên tifaqê axivî û got, 'Em ji aliyê siyasî û exlaqî ve ne rast û exlaqî dibînin ku li herêmên Kurdan bikevin hilbijartinê, em ê nekevinê.'
Wekîlê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik ji Medyascopeê ji Ruşen Çakir re derbarê nîqaşên hilbijartinê û tifaqê de daxuyanî da.
Şik, pêşniyarên xwe yên derbarê nîqaşên tifaqê de nirxand û got, "Ev hilbijartin ne rast e ku bi yek lîsteyî yan jî cuda têkevinê. Ji ber vê yekê me pêşniyarek kir ku em li ser modeleke tevlihev li hev bikin."
Ahmet Şik got, "Dema me ev yek kir, me hemû hilbijartin li ser sindoqan lêkolîn kirin. Di wê tabloyê de diyar bû ku li 55 parêzgehan 850 hezar dengên HDPê hene. Dema em yên nû lê zêde bikin, milyonek deng derdikeve. Werin em mecbûriyeta hilbijartina 41 parêzgehan bi rêya wan 55 parêzgehan ji holê rakin” û da zanîn:
“Em ji aliyê siyasî û exlaqî ve ketina hilbijartinan li herêmên Kurdan rast nabînin û nakevinê jî. Ji bo parêzgehên mayî em li ser modeleke din a têkel bixebitin, ku li hin cihan bi lîsteyek hevbeş, li hin deveran bi lîsteyek cûda û li hin deveran bi lîsteyek fermuarê têkevin hilbijartinan. Vê hesabî şansê bijartina wekîlekî li jor bendewariyan da. ...Lê mixabin me nekarî danûstandin jî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin