Macron: Em pista xwe nadin servanên kurd
PeyamaKurd – Serokê Fransayê, Emmanuel Macron dibêje, çênabe welatên rojavayî li ser rejîmeke nû li Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed “zarok” bin û soz dide ku welatê wî pişta xwe nade şervanên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî rûxandina rejîma Beşar Esed ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyeyê ve di dawiya sala borî de ji balyozên xwe re gotiye: “Divê em guherîna rejîmê li Sûriyeyê sivik nekin.”
Her weha wî şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê weke “şervanên azadiyê” bi nav kir û got, “Fransa pişta xwe nade ‘şervanên azadiyê yên weke kurdan' ku li Sûriyeyê li dijî grûpên tundrew şer dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin