Macron: Ez ê li Hewlêrê bi servanên Kurd ên li hemberê ISID ê ser dikin re hevdîtin bikim

28 August 2021 22:12 0 dîtin
Macron: Ez ê li Hewlêrê bi servanên Kurd ên li hemberê ISID ê ser dikin re hevdîtin bikim

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku piştî Bexdayê wê here payîtexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û bi Pêşmergeyên şervan yên li hemberê IŞİD ê şer dikin re hevdîtin bike. Bi Macron re heyetekî mezin heye û bernameya xwe tam aşkera kir.

Macron her weha wê bi cemaetên Şîa re hevdîtinan bike û paşî here Hewlêrê.

Wê Macron here bajarê Mûsilê û li wê derê bi nûnerên cematea Kurdên Êzîdî û Xîrîstiyanan re bicive. Macron bo çapemeniyê weha got:

“Ez ê seredana hêzên me yên li Hewlêrê bikim. Paşî seredana Mûsilê bikim. Ez ê bi nûnerên Mûsilê re ku heya niha şopên IŞİD ê li wê derê dewam dike, bi nûnerên Xîrîstiyanan re bicivim. Ez ê bi karbidestên Sunnî û lîderên Kurdan re hevdîtinan bikim. Ez ê hevdîtinan bi hêzên Pêşmerge re ku li hemberê IŞİD ê şer dikin, bikim û desteka xwe bo wan ya li hemberê terorê ragihînim. Min bo Êzîdiyan desteka xwe ragihandibû.”

Macron got ku weka perçeyekî li dijî terorê, leşkerên Fransayê li Iraqê ne û eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne jî dê Fransa hêzên xwe li wê derê bihêle û heya pêdiviya hukumeta Iraqê bi wan hebe, wê li wê derê bimînin. Macron got ku di vê mijarê de bi ciyên pêwendîdar re li ser mekanîzmeyekî hevpar xebatê dikin.

Li ser meseleya Fransayê Macron ragihand ku hêzên wan li Afxanistanê nemane û berê vekişiyane.

Her weha wê Macron seredana Mizgefta Nûr ya li Mûsilê bike û bo nûkirina ciyên dîrokî û Muze ya Mûsilê di dewrê de ne.

Macron li ser Xîrîstiyanên li Rojhilata Navîn û Iraqê axifî û got bi taybetî girîngiyê didin Xîrîstiyanên rojhilatê Iraqê û destekê didin bo bidestxistina mafên Xîrîstiyanan weka her pêkhateyên li Iraqê.