Kurdistan | Macron li Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bi merasîmeke taybet hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî beşdariya lutkeya Bexdayê, gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Macron li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê pasewanên şerefê û bi merasîmeke fermî ya leşkerî hat pêşwazîkirin.

Herwiha li balafirgeha Hewlêrê hejmareke kes jî bi cilûbergên çandî yên pêkhateyên cuda yên Kurdistanê pêşwazî li Serokê Fransayê kirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser medya civakî ragihand, “Bi pêşwazîkirin û xêrhatina hevalê xwe Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kêfxweş bûm. Em ê îşev li Hewlêrê bi serokomar Macron re, pêwendiyên dualî, hilbijartinên Iraqê û mijarên din ên girîng gotûbêj bikin. Ez ji bo piştveniya Fransayê ya Kurdistan û Iraqê spasdarê wan in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin