Nêçîrvan Barzanî Macron dawetî Kurdistanê kir û Macron jî qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê li Koşka Elysee bi serokê Fransayê bi Emmanuel Macron re hevdîtin kir û di peyde pirsên rojnamevanan bersivand û li ser rojevê axifî.
Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên navbera Erbîl û Bexdayê axifîne û behsa pirsgirêkên herêmê kirine. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
“Wê serok Macron here Iraqê û min jî di çarçova seredana wî ya Iraqê de wî dawetî Herêma Kurdistanê kir. Ew jî daweta min bi dilxweşî qebûl kir.”
Barzanî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî axifî û got:
“Ji bo hilbijartin di wexta xwe de bibin me biryarê daye. Ji bo paşdexistinê bi YNKê re ti peymanekî nehatiye kirin. Pêwiste hemû partî ji bo hilbijartin di wextê de bibin, bi biryar tevbigerin. Em ê vê hefteyê bi YNKê re hevdîtin bikin.”
Barzanî, li ser mijara şandina petrola Kurdistanê ya ji bo lîmana Ceyhanê got ku Kurdistan amade ye lê li Bexdayê pirsgirêk heye. Ji bo petrola Kurdistanê biherike lîmana Ceyhanê ya Tirkiyê, birêz Macron amade ye hevkariyê bike.
Nêçîrvan Barzanî li ser dana mehaneyên karmendên herêma Kurdistanê ku Bexda dereng dide got ku Kurdistan hemû berpirsiyariyên xwe bicîh aniye û pêwiste Bexda di wextê de mehaneyan bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin