Sanda Kurdistanê li Parîsê bi Sêwirmendê Macron re dicive
PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî pêk tê gihîşt paytextexta Fransa Parîsê.
Armanc bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan û Fransayê ye
Hate ragihandin ku şanda Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganî û bankî yên Hewlêr û Parîsê li Fransayê ye û tê çaverêkirin bi Şêwirmendê Bilind ê Serokê Fransayê Emanuel Macron re jî bicive.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê li Parîsê bi odeyên bazirganî û kompaniyên Fransayê re ji bo anîna Kurdistanê ya veberhênerên Fransayê hevdîtinan bike.
Şanda Kurdistanê herwiha bi Şêwirmendê Bilind ê Serokê Fransayê Emanuel Macron re dicive ku armanca vê serdanê bihêzkirina pêwendiyên bankî û çandinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin