Macron, leskerên Fransayê ji wî welatî vedikisîne!
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Balyozê Fransayê yê Niamey Sylvainê Itte dê di nav çend saetan de bigihîje Fransayê û dê heta dawiya salê leşkerên Fransî ji Nîjerê derkevin.
Di nûçeyên kanalên TF1 û France 2 yên Fransayê ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi mêvandarî beşdar bûbû û weşana hevpar dihat kirin de Macron diyar kir ku wî îro bi telefonê bi Serokomarê Nîjerê Muhammed Bazum ê ku bi destwerdana leşkerî ji erka xwe ya li Nîjerê hatibû dûrxistin re axivî.
Macron got ku dê Itte û gelek dîplomatên Fransî di nav çend saetan de vegerin Fransayê û wan hevkariya xwe ya leşkerî ya bi rayedarên Nîjerê re qedandine.
Serokomarê Fransayê bal kişand ku leşkerên Fransî yên li Nîjerê dê heta dawiya salê bi awayekî kordînekirî vegerin Fransayê û destnîşan kir ku ew ê di têkoşîna dijî terorê de alîkariya parzemîna Afrîkayê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin