Macron ji bo siyaseta nû ya Fransayê ragihîne, çû wî welatî
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li balafirgeha paytext Librevilleyê, ji aliyê Serokomarê Gabonê Elî Bongo Ondimba ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Emmanuel Macron beriya serdana xwe ya Gabon, Angola, Komara Kongo û Komara Demokratîk a Kongoyê, di daxuyaniyekê de siyaseta nû ya welatê xwe ya li Efrîkayê ragihand.
Hat diyarkirin ku Macron li ser siyaseta nû ya Fransayê da zanîn ku ew dixwazin bi welatên Efrîkayê re rûpeleke nû vekin û got ku ji bo vegerandina kel û pelên çandî yên Efrîkayiyan, dest bi xebatê kirine.
Her wiha beriya niha bi çend rojan Macron diyar kiribû ku Fransa dê hejmara baregehên leşkerî yên li parzemînê kêm bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin