Macron: Tirkiye li Afrîkayê dijminatiya Fransayê dike!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di serdana xwe ya welatê Cezayîrê de got ku Tirkiye li welatên Afrîkayê propagandayeke dijî Fransayê dimeşîne û neyartiya Fransayê dike.
Serokomarê Fransayê Macron, doh 27ê Tebaxê di çarçoveya serdana xwe ya Cezayîrê de, çû serdana goristana Saint-Eugene ya Xrîstiyanan û goristana Cihûyan û li wir daxuyanî dan rojnamevanan.
Macron diyar kir ku di 5 salên dawî de Fransa polîtîkayeke nû li parzemîna Afrîka û ji bo ciwanên wê dimeşîne û li ser rexneyên ku li Fransayê ji ber serdema mêtîngerîyê têne kirin jî got ku ew dê baweriyê bidin gelê parzemîna Afrîkayê.
Herwiha Macron bal kişand ser propagandayên Tirkiyê yên li parzemîna Afrîkayê yên Tirkiyê yên demên dawî û ji bo deshilatdariya AKPê ya îslama siyasî diyar kir, “Çalakvanên îslama siyasî neyartiya Fransayê dikin. Li Tirkiye, Rûsya û Çînê di bin navên aktîvîstiyê de, torên wan ên li ser bingeha neo-kolonyalî yên dijminatiya Fransayê dikin hene. Tenê dijminekî wan heye, ew jî Fransa ye. Hemû dibin yek.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin